Bîranînén Gerîlla

Dost û Dijmin

Hevalek bi lehengî û mêrxasî şehîd ketibû û hevalek din jî birîndar bibû. Ew hevala şehîd bandorekî ...

Ji Lênûsa Gerîla

Kêla Memê bi bilindahiya xwe di warê Botanê de dilekî çêkiri ye. Bi dîmenên xwe ye xweşik di dilê her kesî de cihekî taybet daye çêkirin. Berfa bi salan ku bariya ye, ji ser qeraxê quntarê vê Kelê kêm nedi bû. Di wê havîna germ de me berfa par tam dikir. Berfê dilê me hênik dikir û westan bûna me ji holê radikir. Di gelek rojên me de cihekî cûda dida avakirin. Li ser Kêla Memê di havînê de hîna giyayên nazik li ber bayê dilan digirtin. Gulên li ber keviyan, berfa cûrbicûr bûn, dewlemed bûna gulên biçûk li ser gerîla gelek bandor dikirin.

Di germahiya Tebaxê de em ji çalekiyan dihatin û çalekiyê me gelekî bi serkeftî derbas dibûn. Heta em gihîşt bûn cihê xwe em pir westiya bûn lê piştî avekî wekî qeşayê me vedixwar êdî me westanbûna xwe ji bîr dikir.

Piştî çalekiyê me çavê xwe li rojek nû vedikir. Hîna nû şewqa tava mîna xeta pênûsa cûrbicûr dihat xuyakirin. Rojekî wusa xwerû, paqij de dengê guleyan hatin li ber guhê me, em hemû bi carekê de amade bûn û bi çalak em beziyan ser girê bilind. Hîna nû dijmin girek girti bû. Em û dijmin ketin nav pevçûnek pir dijwar. Piştî çalekiya me ya serkeftî dijmin ranegirti bû û operasyonek berfereh destpêkiri bû.

Armanca vê operasyonê çalekiya me vala derxistin bû. Bi vê armancê ketibu dû me. Çalekiyên me ew har kiribûn, bi vê bê emaniyê bi serme de dihatin. Di wê germahiyê de bi ser rûyê me de agir û pêt dibariya. Bi carkê re dengê di hevalê jin hat. Ev deng dilê me hemûya birîn kir. Bi dengê wan agir li ser singa me ket.

Hevalek bi lehengî û mêrxasî şehîd ketibû û hevalek din jî birîndar bibû. Ew hevala şehîd bandorekî bi şewat li ser min çêkiri bû. Min bi herdu çavên xwe lê temaşekir û agir bi dilê min di ket. Min ji şahadeta wê hevalê bawer nedikir. Rastiya ku hatî jiyankirin bi min zor dihat. Bi vê dilşewatiyê û hêrsa tolhildana hevala xwe em bi ser dijmin de çûn. Dijmin êdî feleka xwe şaş kir û li rêya revê di geriya. Heta evarî me şerekî dijwar kir û piştî wê me êrîşî ser girê dijmin kir. Dijmin êdî rev bi rev ji girê xwe direviyan û em ketin wî girî me senger girtin.

Dengê guleyan sekinîbû, lê hîna êşa dilê me kêm nedibû. Lê rastiya herî tal jî rastiya me bû. Hebûna şehîda di dilê min de wê bijiya, ne gengaz bû ku mirov ji bîr bikrana. Ji bîr û ramanê min derneket, tucarî...

Di wê şevê de me pir bi hişyarî li derdora xwe temaşe dikir. Westanbûna me ji bo me ne giring bû, tişta giring hevalê me bûn. Hêdî hêdî tava sibehê rengê mîna gula sor ronahî dida çiyan. Di carekê de tiştek bala min kişand, ez matmayî mabûm! Tişta min dît min bawer nekir! Tişta min bawer nekir êdî zindî li ber çavên min bû. Rep repa dilê min ne disekinî, lê pêwîst bû ku ez xwînsar bûma. Di carekê de min got: “radest bibe” leşkerê li pêşiya min ker û lal mabû. Ger min destê xwe bida leşker ez bawerim ku ji tirsa yê bimrana. Leşker destê xwe danîbû li ser serê xwe û li min temaşe dikir. Bi dengekî bilind min got “de bi meşe.” Di carekê de gule li ser serê me mîna teyrokê dijwar bariyan. Dîsa pevçûna me berdewam bû. Ez û leşker me serê xwe tewand bû û ber bi sengerê ve dimeşiyan.

Leşker ji bo bikeve sengerê lingê xwe rakir jor lê rep repa lingê wî dihat û diçû, dema ket sengerê, êdî tirsa wî hindekî derbas bû û rûnişt. Gelekî dilê min bi leşker dişewitî ji ber ku ji çavekî xwe birîndar bû û xwîn bi rûyê wî ve hişk bibû. Leşker digot “ne olursun öldûr beni” ‘çi bibe bila bibe min bi kuje’. Bi wan axaftinê wî ez matmayî mabûm û min nedizanî çima wisa digot. Min ji leşker re got “em mirovan na kujin.” Leşker şaş ma û ji min re got “ lê hûnê çi ji min bikin?” Min jî got “Em ê biçin cihê me û li wir wê bijîşkê me te derman bike. Piştî gotinên min leşker hinekî bi tebat bû. Dîsa got “ma bijîşkê we ji çavên min wê fêhm bike?”

Min bi dilekî xemgîn got ‘ooohh bijîşkê me ji hertiştî fêhm dike’. Dema min wusa got tirsa wî hinekî kêm bû. Li ser serê me vize viza guleyan dihat û diçû û min jê re got “xwe dirêj ke û betanyê bi serê xwe de bike’. Leşker zû betanî avête ser serê xwe û xwe dirêj kir. Di nava pevçûnê de min gelek nakokî jiyan dikirin, ji ber ku kuştina mirovan gelekî bi min zor dihat û min nedixwest bikujim. Dema ku min li hevalekî xweyî jin meyze dikir û guleyên ku li ser serê me re derbas dibû ev rewş min gelek dida fikiriandin. Heta êvarê me şer kir, lê me şehîd nedabûn. Birindar û kuştiyên dijmin pir zêde çê bibûn. Ji bona me serkeftî derbas bibû îro. Dijmin revbirev şûnde diçûn û tiştên xwe pişt xwe dihiştin, bi dehan çekên xwe yên biçûk, yên mezin û hinekan çentê xwe avêtibû. Me hêstirê xwe bi tiştên wan bardikir û bi kêfxweşî me berê xwe dida cihê xwe.

Dema ku me êrîş li ser girê dijmin kiribû hingê ew leşker dilê wî borîbû û di sengerê de mabû. Leşkerê din jî hemû reviya bûn. Hingê dema em ketin girê dijmin em heta sibehê mabûn.

Leşker ji me bawer nedikir, ji bona wê xwarina ku me didayê ne di xwar. Digot “hunê min bi kujin.” Bijîşk ji bo birîna wî derzî dixwest lê bide lê nedihişt û disa digot “hunê min bikujin” lê piştî çend seatan birîna leşker giran dibû êşa wî hîn zêdetir dibû, ji ber wê jî neçar ma ku derzî li xwe bide. Piştî derzî lêdan bawer kir ku em wî nakujin û xwarina me xwar. Dewleta Tirkiyê gelek piropagandayê ne baş ji bo me kiribû û bi vî awayî leşker li me dinêrî. Lê leşker dît ku em ne wusane û em mirovan naxwin.

Li ser çiyayê bilid hêlmekî çemidî dida rûyê me û li ser latan şahîn û baz difiriyan. Xum xuma ava çemidî diherikî di dilême de. Navê leşker yê rast Mustefa bû, Mustefa êdî bi bawerî li me temaşe dikir. Mustefa bibû dostê min yê rastiye û gelekî şaş mabû ku ez hevalekî 14 salîme.

Di nav rêxistinê de di temenekî biçûk de tevlîbûn dibe ku ji hindeka re mîna matmayînê bê. Lê bi fikir û ramana azad ya Mirovê Azad Rêber APO mezin bûn hemû matmayina derbas dike. Di nav rêxistinê de ev temen xwedî cewher û wateyekî cûda ye. Ez vê yekê baş dizanim ku ez li cem dê û bavê xwe mezin bibûma min tiştek ji wê jiyana reş û sipî fêhm nedikir. Ev hest û girûrekî cûda ye kû ez bi vê rêxistinê re me. Tacîdariya xweşik bûnê ye ku Rêber APO diyarî hemû mirovahiyê kiriye bi taybet diyarî zarokan kiri ye. Ji xwe ez ji xwe re nabêjim zarok. Ji ber zarokek leşkerekî artêşa Tirkiyê ya mestirîn mezin dîl nagre. Ev nirx û vîneke cûda ye. Dibe ku Mistefa jî min weke zarok dîtibe? Lê di rastî de bi qasî ku ji fermandarê xwe di ditirsiya ji min jî di tirsiya. Mebesta me ne dana tirsandine, lê cardin ez gelek kêfxweş di bûm ji bo min leşkerek girti ye.