HÊZA MIROVÊ KU XWE TEHLÎLKIRÎ DI BERXWEDANA GERÎLA YA SALA 2021'AN DERKET HOLÊ

Berxwedana gerîla êrîşkariya KT têk biriye

 

Duran Kalkan

Berxwedana gerîla ya sala 2021’an lûtkeya jiyana me ya şoreşgerî pêk tîne. Di ruhê berxwedanê, di reftara rêxistinbûyî û di ruhê rêhevaltiyê de rastiyeke wiha îfade dike. Ger em bala xwe bidinê, dema mirov bihevre û rêxistinî tevbigere; heya dawiyê bihevre tevgerîn, tevgerîna kolektîf, bi hev re jiyankirin bi rengê herî baş, di nava van berxwedanan de derketiye holê.

Wateya jiyana komînal û xebata kolektîf çiye, prensîbên wê ji çi pêk tên? Em ji jiyana komunal û xebata kolektîf re çi dibêjin? Ji ber vê yekê tedbîrên me yên îdeolojîk çi ne û di pratîkê de çawa pêk tên? Li vir mînakên herî şênber û tûj yên bersivdayîna van pirsan li van qadên berxwedanê derketine holê. Bu vî rengî j aliyekê ve şêwaza berxwedanê pêş dikeve, cesaret û fedakariyê digihêje lûtkeyê, li aliyê din berxwedana heyî ya di têkoşîna bîrdozî, pêşketin, rêhevaltî û tevgera rêxistinî de me ji her cûre xeletî û kêmasiyan rizgar dike, helwesteke milîtanî ya têrker û sekneke partiyê derdixe holê. Ew nîşan dide ku pêwîste bibe çi. Ger ne wisa bûya, ne mimkûn bû ku têkoşîneke wiha bihata kirin. Girîng e ku were zanîn ku yên li wir li berxwe didin xwedî ruh û zanabûna Apoyî ne. Mirov dikare bi hêsanî bandora diyarker a têkoşîna îdeolojîk ya ku di nava berxwedana pratîk-leşkerî de bi awayekî pir zelal û şênber derketî holê bibîne.

Em guh didin axaftinên rêhevalên li wir li berxwe didin, ger em bala xwe bidinê pratîk e, ne gotin e, erê em li gotinan guhdarî dikin, lê ew ne gotinên ku dibêje 'em ê bikin' in,  vegotina tiştên ku beriya bêjin hatine kirin in. Ji ber vê yekê, em nikarin bibêjin ku ew nikare pêk bê an jî tenê îdîayek e. Ew hatine kirin, hatine jiyîn. Wê demê bûye heqîqet û veguheriye rastiyê. Bi vî awayî, ya pêwîste hebe bi rengekî berbiçav derxistiye holê. Ji ber vê yekê gelek tişt hene ku em ji wî fêr bibin. Dikare bê gotin ku çareserî derketiye holê. Ya ku divê em bikin ev e ku em çareseriya kûr a ku bi berxwedana şoreşgerî derxistiye holê fêm û cewherî bikin û bibin belavkar û berdewamkerê wê.

Pir girîng e ku meriv van berxwedanan baş fêm bike. Divê em li hember şerê ku tê meşandin bilerizin. Pêwîste em pîroziya nêzîkatiya kesên ku ew şere kirine bibînin. Ji wir encamek çawa derket holê, çawa li hemberî ewqas êrîşên dijmin, li hemberî van êrîşên teknîkî, li hemberî êrîşên heta bikaranîna çekên kîmyewî rawestiyan. Ji çepera xwe gavek jî paşve neavêtin, hejandineke kêm jî nejiyan. Her tim hewl didan dijmin bixin, yek rev jî nedan. Ev ruhekî çawa bû, çi bawerî bû, berxwedaneke çawa bû? Jin û mêr bi hev re afirandin. Çawa yekîtiyek wisa ava kirin? Hêz ji kû anîn, li ser çi bingehê sekinîn û li berxwe dan? Wate pêwîste mirov bibîne bê ka hêza mirovê ku xwe tehlîlkirî çiye û çawa derketiye holê. Li ser vê bingehê divê berxwedana gerîla rast were fêmkirin û cewherîkirin. Divê ev berxwedaniyane li ser her tiştî serwer be. Ev xet e; xeta berxwedanê ye. Pîvan ev e; pîvanên ku berxwedanê derxistî holê ne. Divê teqez feraset, rêhevaltî, ruh, vîn û zanebûna wê wiha be. Pêwîst e ku teqez em wê fêm bikin, jê ders bigirin, bi kûrahî pê bihizirin, wê xetê serwer bikin, di hemû nirxandinên xwe de, rexne-rexnedayina pratîka xwe de serwer bikin. Pêwîste di xwedîderketin, ravekirin û belavkirina heybeta vê berxwedanê de destûr neyê dayin ku lewazî bê jiyîn.

PKK-PAJK’Ê NÛNERTIYA XWE DI VAN BERXWEDANAN DE DÎT

Divê taybetmendî û reseniya vê berxwedanê bê dîtin. Belê, çil sal in ku em şer dikin, ev rast e. Lê şer heye, şer heye. Her şerek xwedî rol û wateya xwe ye. Ev pir girîng û watedar e. Niha jî erk û berpirsyariya me heye ku em berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê fêm bikin, xwedî lê derkevin û rast vebêjin, divê em rastiyê ji civak û raya giştî re ragihînin. Ji bo ku em vê yekê bikin, em ê bi xwe fêm bikin. Em ê erk û berpirsyariyên xwe rast bi cih bînin, em ê rast nîqaş bikin û rast veguhezînin. Em ji perwerdekirina gel berpirsyar in. Ji ber ku em rêhevalên hevrêyên berxwedanê ne. Em ê wan bigihînin civakê, em ê propagandaya wan bikin. Em nikarin wê ji kesekî din re bihêlin. Ji ber vê yekê ji bo em erk û berpirsyariyên xwe yên li pêşberî van berxwedanan bibînin û bi cih bînin û bi temamî xwedî li erkên şoreşgerî derkevîn, pêwîstî bi rast fêmkirina van berxwedanan û ji kûr ve fêmkirina wan heye. Em ê rastiya ku wan derxistinî holê rast fêm bikin. Partî ev e, pîvan ev e, xet ev e, PKK li wir nûnertiya xwe dît. PAJK'ê nûnertiya xwe li wir dît. Divê kes li pîvaneke din negere. Divê bi ti cihan re neyê berhevkirin. Dibe ku li her derê partiyek hebe, lê cihê ku xetê temsîl dike ew der e.

MÎNA BERXWEDANA ROJIYA MIRINÊ YA MEZIN A 14’Ê TIRMEHÊ

Di vê wateyê de em ê bandor û hêza van berxwedanan di pêşxistina ruh, zanabûn û vîna partiyê de, di derxistina ruhê berxwedanê û pêşxistina rêhevaltiyê de baş derxînin zanabûnê. Ji ber ku ev berxwedan bi serê xwe pêk nayê. Sê-pênc kes bi tena serê xwe di derdoreke wiha de bi hêsanî nikarin ewqas dem dirêj li ber xwe bidin. Ew ruhê li wir, durustiya li wir, rêhevaltiya li wir hêjayî fêmkirinê ye. Ger ev ruh û vîna berxwedanê mîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê nebûya, wê encam nehatiba girtin.

Berxwedana 14'ê Tîrmehê, berxwedana Sûrê û berxwedanên di tunelên Metîna û Avaşînê de çiqas dişibin hev. Ew li cih û dewerên cuda, di şert û mercên cuda de ne, lê pîvan yek in, wate yek e, ruh yek e. Ji ber vê yekê zanabûna wê heman e. Çawa ku 14’ê Tîrmehê xeta fedayîtiyê ya PKK’ê ava kir û PKK’ê temsîl kir, yên din jî bi heman rengî ne. Bi vî awayî em ê pîvanan bigirin dest. Em nikarin bêjin tenê berxwedan e û derbas bibin. Erê berxwedan e, lê çawa pêk hat? Ne rewşeke wisa hêsan e. Bi caran şert û merc hebûn ku kengê bixwazin dev jê berdin. Dijmin ji nişka ve nehat û deriyên xwe negirt, bi xwe li derve bûn, şer kirin û ketin çeperan û li wan çeperan têkoşîn berdewam kirin. Li Werxele bi mehan li ber xwe dan û gelek caran bêyî ku milimeterek paşde bikişin êrîş kirin û li berxwe dan. Bê dudilî ji destpêkê ve bi gotina “Em ê li vir vî dijminî têk bibin” ketin nava berxwedanê. Weke ruhê Berxwedana 14’ê Tîrmehê ev yek kirin. Bi vî awayî divê em wê bibînin û fêm bikin. Heman ruh, heman xet li vir jî zindî dibe, pêk tê û tê jiyankirin.

Di vê rewşê de, em dikarin van gotinan bibêjin: Eger ev berxwedan rast were fêmkirin, çareserkirin û watedarkirin, wê demê em dikarin bi hêsanî û rihetî ji gelek tiştên ku me, zanabûna me tevlihev dike û me dixe tengasiyê, çareyan bibînin. Ger tê xwestin ku di çarçoveya “Peywirên ku em pê re rû bi rû ne hene, çawa dikarin bi cih bînin” perspektîfek bê çêkirin, wê demê berxwedan bi xwe ya herî hêsankar û çareserî hildiberîne ye. Bi qasê ku ew were fêmkirin, tiştê ku divê were kirin dikare bi hêsanî û bi serketî pêk bê. Lewre çiqasê ev berxwedan were fêmkirin, em ê bi dayina kêlekê ya hemû xeletî û xwe xapandinên xwe, ji her cure alozî û lewaziyan rizgar bibin û teqez jî ev ê wisa be. Ger em berxwedanê weke pîvanekê bigirin dest, helbet pirsgirêkên din jî wê neyên ser ziman. Wê nîqaşeke wisa ku ew weke astengî ne jî neyê pêşxistin, mirov nikare baweriya xwe bi rewş û helwestên bi vî rengî jî bîne. Ma em baweriyê bi helwestên ku li gorî xwe gazincan dikin û bi serê xwe dibin sedema tengasiyê bînin, an em ê bawerî bi berxwedanên leheng ên ji Zendûra heta Tepê Sor bînin, ger pîvan ew berxwedan be, ma yên din dikarin xwedî wate, nirx be, baweriyê bide û qey dibe bibe tiştekî ku ji bo were nîqaşkirin dem jê re were veqetandin?

ÊRIŞKARIYA TC’Ê HATIYE TÊKBIRIN

Di vî warî de destkeftiyek mezin heye. Serkeftinek mezin heye. Li hemberî êrîşa faşîst serkeftin heye. Wê serkeftinê çareser kiriye, heqîqet û rastî derxistiye holê. Ew rêya rast a li pêşiya me nîşan dide. Tiştê ku dimîne ev e ku mirov wê fêm bike, cewherî bike û bi wê biryardariyê bimeşe. Ya dimîne eve ku pêwîste tiştên ji bilî wê bi pişta destê xwe biavêjin biçe. Divê em jî karibin vê yekê bikin. Ji bo ku bibin rêhevalê wan lehengên berxwedêr, pêwîste ev yek bê kirin. Ger em ê wisa bin, ger em ê bibin rêheval, ger em ê bibêjin em li ser vê xetê ne, vê çaxê tu tişt nikare me bide sekinandin. Gelo tiştekî karî ku wana asteng bike, gelo gotin ku ev kêmasiya me heye, me ji ti kes ji wan nebihîst, tu daxwazî ​​ji me re nehat, ti pirsgirêk negihîşt me, me ji bilî daxwazên serketinê û silavên rêhevaltiyê tiştekî din negirt. Ne tenê bi tiştên ku pêkanîn, bi gotin û peyamên ku şandin jî moral dan me. Ew qas zelal e. Wê demê heta ku çareseriyeke wiha li pêşiya me be, em dikarin her cure zehmetiyan derbas bikin û ji serkeftin ber bi serkeftinê ve bimeşin.

Divê baş were zanîn ku çareseriya hemû pirsgirêkan berxwedaniya ku derketiye holê ye, em van berxwedanan rast fêm bikin, em dikarin bi hêsanî çareserî, ruh, zanebûn û reftarê ku hemû pirsgirêkan çareser dike pêş bixin. Ji ber vê yekê em ê hewl bidin berxwedana tê meşandin fêm bikin. Divê em rojeva xwe rast destnîşan bikin. Ji bo ku encamên rast derbikevin û di xetê de bimînin pir girîng e ku rojeva rast were danîn. Pir girîng e ku em zanibin em ê çi nîqaş bikin û li gorî wê nîqaş bikin. Ger hûn rojeva xelet deynin pêşiya xwe hûn ê encamên xelet derxin û hûn ê wextê xwe winda bikin.

Di destên me de nirxên me yên mezin ku rê nîşanî me didin hene. Em ê rast li wan xwedî derkevin, rast fêm bikin, rast binirxînin. Em ê wan wekî pîvana xetê bibînin, em ê her tiştî li gorî wan darizînin, em ê wana lêpirsîn bikin û çareyan hilberînin. Bi mêyzandina li ser bî bingehî li van hemû kêmasî, xeletî û çi qewimînan re, em dikarin çareyekê bibînin.

Çawa ku berxwedana zindanê yên ku digotin "ji ber nemimkûniyê ez nikarim kar bikim" derewand, berxwedana Werxelê jî yên ku digotin "ji ber nezaniyê nikarim kar bikim" jî derewand. Wê behsa çi nezaniyê û kîjan nezaniyê bê kirin. Di me de zanebûn; ji bo avakirina îrade, bawerî, cesaret û fedakariyê ye. Mînakên vê hene. Ev jî diyar in.

Bi awayeke zelal dikare were dîtin ku PDK'ê hatiye çi rewşekê. Divê mirov bifikire. Werin em vegerin rewşa civakê, li dîroka Kurdan binêrin, tu carî Barzanî wisa teşhîr nebûye. Niha her kes dinirxîne ku PDK hevkar û di nava xiyanetê de ye. Em dizanin ku ji beriya van berxwedanan xwe weke rêber dihesibandin. Tu kesê nedikarî rexne jî bike, gotinek jî nedihat gotin. Ew niha hatine resetfkirin. Kî reset kir? Van berxwedanan ew reset kirin, bûyer û rastiyan reset kirin. Hate wê rewşê. Van berxwedanan kî û çawa têk bir, li holê ye. Wê demê derbe li hevkarî û xiyanetê jî xist. Di wê rewşê de jî derbe li her cure oportunîzm, tasfiyekirin, bêrêxistinbûn û perçebûnê xistiye. Her cureyên ferdperestiyê kuşt. Mirovên me kom bi kom şer kirin, di navbera wan de ti hevdu nefamkirinek derneket. Hemûyan yekîtiyeke manewî pêk anîn û bêyî milimeterek paşde gav biavêjin, bi ser dijmin de meşiyan, wê hêz û cesareta meşa xwe derxistin holê. Ger ne wisa bûya, tu kesî nikarîbû yek bi yek vê berxwedanê bikira. Fêmkirina wê ne pir lewaz e, dema mirov li encaman binêre mirov bi hêsanî dikare vê yekê fam bike. Di rewşek wiha de, ma êdî gotina ferdperestiyê dikare bê rojevê? Ma behsa astengî û zehmetiyan dikare bê kirin, divê mirov neke mijara nîqaşkirinê jî. Divê bi yekcarî were mehkûmkirin û avêtin.

Em dikarin vê jî bibêjin: Berxwedanên heyî derbeya têkbirinê li zîhniyet û siyaseta qirker a faşîst jî xist. Her wiha derbeya têkbirinê li xiyaneta hevkar jî xist. Her wiha derbeya têkber li her cûre helwestên derveyî partiyê xist. Di wê rewşê de yên ku rêhevalên van berxwedanan in, ji bilî ku bi vî ruhê berxwedanê bi ser hemû xebatên xwe ve bimeşin ti bijardeyek din tine ye.

EW DI ASTA ŞOREŞÊ DE YE

Ev berxwedanane di asta şoreşê de ne. Ew ne tenê şoreşeke ku faşîzm di wateya leşkerî de têk bir, di heman demê de şoreşeke bîrdozî, şoreşeke felsefî, şoreşeke manewî, şoreşeke xetê ye. Li dijî her cure nêzîkatiyên tasfiyeker ên oportunîst, şoreşa partiyê ya rast a li ser xeta Apoyî ye. Ew yek derxistin holê. Wê demê em ê wisa xwedî lê derkevin, li gorî wê tevbigerin. Wê demê çareserkirina pirsgirêkan ne zehmet e. Hêza ji bo şerkirinê ne hindik e. Helbet têkoşîn ne karekî hêsan e; rêxistin dixwaze, zanebûn dixwaze, hewldan dixwaze, pêşengî dixwaze, girtina rîskan dixwaze, milîtaniyê dixwaze, hema xweber nabe.